Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Bingeheke Leşkerî Kontrol Dikin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, wan bi temamî kontrola bingeheke firînên leşkerî li bakurê Sûrîyê kirine piştî çend rojên şer yên giran.

Çavdêrîya Mafên Mirovên ya Sûrî radigihîne ku Îro Înîyê serhildayan bingeha Taftanaz yê hêzên hewayî girtin. Ev raport hîn nehatîye piştrast kirin ji ti jêderên serbixwe, çûnkî hikumeta Sûrî rê nade rojnamevanên biyanî bikevin Sûrîyê.

Wê rêkxistina bingeh li London’ê, vîdyoyek weşandîye tê de diyar dibe ka çawa serbazên Sûrî ji bingehê direvin û çawa dûman ji bingehê radibe.

Peyivdarê wê komelê Ramî Abdul Rahman got, ew mezintirîn bingeha serbazî ya Sûrîye ye ku dikeve destê serhildayan di 22 mehên serhildana wan de li dijî rejîma serok Beşar Esed.

Raport radigihînin ku serhildayan çek û dezgehên leşkerî di bingehê de girtine.
XS
SM
MD
LG