Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Sal Zindan bo Belavkirina Propagandaya Nazî li Austrîya'yê


Dadgeheke Austrîyayê neh sal zindan li kesayetîyeke rastgir birî, jiber belavkirina îdeologîya Nazî li ser înternetê. Ev yek li gorî qanûnên welêt binpêkirin e.

Gottfried Kuessel, yê ku Nîsana 2011’an hatibû girtin, derengî Pêncşemê li Vienna hate ceza kirin. Herdu kesên din yên tawanbar ku ligel wî bûn, cezayên kêmtir li wan hatin birîn, yek ji wan heft sal û yê din çar sal û nîv.

Dozgiran gotin, Kuessel rêberê partîya neo-Nazi, VAPO bû ku nuha qedexe ye.

Kuessel gotara xwe li ser maplera partîyê alpen-donau.info belav kiribû. Malper paşê Adara 2011an hatibû girtin. Xizmeta maplerê ya teknîkî li Amerîkayê bû, lewra desthilatdarên Austrîyayê hevkarî ji Amerîka xwestibû.

Kuessel spent time in prison in the 1990s for disseminating Nazi propaganda. He has denied the Holocaust and denounced the diary of Anne Frank as a fabrication.

Kuessel di salên 90 de demek di zindanê de jibo belavkirina propagandaya Nazî borandibû. Wî Holocaust red kiriye û çîroka Anne Frank ya navdar wekî “derew” daye zanîn.
XS
SM
MD
LG