Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Alîgir û Dijberên Malikî Berdewam in


Xwepêşanderên Şîe roja Şembî hatine ser şeqamên Bexdayê jibo nîşandana piştgîrîya xwe bo serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî.

Nêzîkî 2,000 kes li xwepêşandana paytexta Îraqê beşdar bûn û wêneyên serokwezîrê Şîe bilind kiribûn.

Herwiha li bajarê Besrayê jî bi dehan piştevanên Malikî xwepêşandan kirin.

Xwepêşandanên alîgirên Malikî hevdem in ligel xwepêşandanên li dijî serokwezîrê Îraqê li parêzgehên piranî Sunnî.
XS
SM
MD
LG