Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Êrîşên Asmanî li Malî Destpê Dike


Nexşeya welatê Malî
Nexşeya welatê Malî
Serokwezîrê Fransayê dibêje, hêzên Fransî êrîşên xwe yên asmanî li welatê Malî berdewam kirin jibo derxistina mîlîtanên Îslamî ji bajarê Konna li bakurê welêt.

Serokwezîr Jean-Marc Ayrault got, hêzên Fransî herwiha xwe amade dikin eger mîlîtanan êrîşî paytexta Malî, Bamako bikin.

Birêz Ayrault got, leşkerên Fransî dê li wê deverê bimînin maden ku hebûna wan pêwîst e. Wî herwiha got ku mîlîtan li dû gelek karên ne qanûnî ne, wekî mînak, revandina xelkê.

Her derbarê heman mijarê, Wezîrê Berevanîya Fransî Jean-Yves Le Drian roja Şemîyê got, ajotvanê helîkopterekê li dema êrîşên asmanî hatibû kuştin.

Fransa roja Înîyê ragihand ku wê hêzên xwe li ser daxwaza hikûmeta Malî şandibûn wî welatî. Li gorî tê ragihandin, hêzên leşkerî ji Nejîrya û Senegal jî li Malî hene da ku alîkarîya hikûmetê bikin.
XS
SM
MD
LG