Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Şerê li Dijî Teroristan li Malî Nasekine


Leşkerên Fransî li Malî
Leşkerên Fransî li Malî
Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Fransayê roja Duşemê dicive da ku nakokîya li Malî gotûbêj bikin, cihê ku serhildayên Îslamî destên xwe danîne ser bakura welat.

Piştî çend rojan ji êrîşên esmanî ji alîyê Fransayê ve li ser bajarê Diabaly, şervanên serhilda roja Duşemê ber bi başûr vekêşîyan.

Wezîrê Berevanî yê Fransî Jean Yves Le Drian got, çar firokên şer roja Yekşemê kampeke rahênanê ya çekdarên Îslamî û cihên wan yên lojestîk li bajarokê Gaw bombe kirine.

Fransa radigihîne, ew şerê li dijî teroristan nasekinîne, wê leşkerên xwe li ser daxwaza hikûmeta Malî şandine wî welatî.
XS
SM
MD
LG