Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistanê Nayê Girtin


Serokwezîrê Pakistanê li pêş Dadgeha Bilind
Serokwezîrê Pakistanê li pêş Dadgeha Bilind
Serekê ofîsa dijî gendelîyê li Pakistanê dibêje ku ofîsa wî biryar daye Serokwezîr Raja Pervez Aşraf negire, tevî dadgeha bilind fermana girtina wî daye.

Fasîh Boxarî, berpirsê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) roja Pêncşemê gote dadgehê ku wî belge têra xwe tune ne ku birêz Aşraf li ser tawanên gendelîyê bigire.

Dadgeha Bilind li Pakistanê roja Sêşemê biryara girtina serokwezîr û 15 kesên din dabû, li ser tawanên girêdayî doza stasyonên taybet yên enerjîyê.

Serokwezîrê Pakistanê Raja Pervez Aşraf bi wergirtina bertîlan jibo avakirina navendên enerjîyê tê gunehbar kirin. Lê birêz Aşraf van îdîayan red dike.
XS
SM
MD
LG