Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Malî Berdewam e


Rûniştvanên bajarokekî Malî ku destpêka vê hefteyê ketibû destên mîlîtanên Îslamî ji malên xwe direvin, li dema ku hin kesên din radigihînin ku şerek navbera hêzên Fransî û mîlîtanan ji derveyî wê deverê diqewime.

Rojnamevanekî xwecihî li bajarokê Niono ji nûçegihana Dengê Amerîka Anne Look re dibêje ku wî roja Pêncşemê gelek xelk dîtine ku ji bajarê Diabaly ber bi başûr ve direvîyan. Rojnamevan dibêje ku hêlên telefonê li Diabaly hatine birîn û rûniştvanan ragihandine ku Îslamî li seranserî bajarok belav bûne.

Hemdem, Wezîrê Berevanîya Fransayê Jean Yves Le Drian dibêje, 1400 leşkerên welatê wê nuha li Malî ne. Fransa plan dike 2500 leşkerên xwe bişîne Malî heta ku rewşa welat aram bibe.

Rêberên artêşa Rojavayê Afrîkayê dibêjin 2 hezar leşker ji Nejîrya, Nîger, Chad, Burkina Faso û Togo dê nêzîk bigihêjin Malî, wekî beşek ji hêzeke dagerkirinê ku biryara şandina wan ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejrandin.
XS
SM
MD
LG