Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Lîberya Pêdaçûna Tawanên Xwe Dike


Serokê berê yê Lîberya Charles Taylor pêdaçûna tawana xwe ya tawanên şer û cezayê 50 salî jibo karên teror, kuştin, destdirêjî û amadekirina leşkerên zarok dike yên dema şerê navxweyî li Sierra Leone.

Dadgeha Taybeta bi Sierra Leone li Lahay roja Sêşemê dest bi rûniştina guhdarîkirinê kir. parêzerên Taylor jibo wê yekê kar dikin ku cezayê zindankirina wî an hilînin an jî kêm bikin. Lê dozgir jî doza dijwartirîn cezayan dikin.

Dadgehê serokê Lîberya yê berê Nîsana 2012an bi 11 tawanan ceza kir wî alîkarîya serhildayan bi çek û amadekarîyan dikir da ku karên hovane li dijî sivîlan bikin.

Hêjayî gotinê ye, Charles Taylor yekem serokê dewletekê ye ji dema Şerê Cîhanê yê Duwem ku ji alîyê dadgeheke tawanên şer ve tê tawanbar kirin.
XS
SM
MD
LG