Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hemwelatîyên Xwe ji Sûrîyê Derdixîne


Hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhilda roja Sêşemê şerê xwe li derdora Şama paytext û deverên din yên welat berdewam kir, li dema ku nifşê yekê ji hemwelatîyên Rûsya xwe amade dikin jiber tundûtûjîyê ji Sûrîyê derkevin.

Rûsya du firokeyên xwe dişîne Libnanê da ku dest bi derxistina hemwelatîyên xwe yên li Sûrîyê bike. Ev yek nîşana herî xurt e ku girîngtirîn hevpeymanîya Serok Beşar Esed guman heye derbarê karîna wî ku li desthilatê bimîne.

Karbidestên Rûs roja Duşemê ragihandin ku nêzîkî 100 hemwelatîyên wan yên li Sûrîyê dê bi rêya Libnanê vegerin welatê xwe. Karbidestan herwiha gotin ku kesên mayî jî dê paşê bi rêya firoke û deryayê ji Sûrîyê derkevin.
XS
SM
MD
LG