Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Gefeyên Tund li Dijî Koreya Başûr Dike


Koreya Bakur gefeyên xurt li dijî Koreya Başûr dike, eger Seul rastexwe pişikdarî li pêşnîyara nû ya Neteweyên Yekbûyî bike ku tole û cezayên ser Pyongyang’ê zêdetir dike.

Daxuyanîya hikûmeta Koreya Bakurî ku îro Înîyê hate weşandin, hişyarî da Seul’ê ku maneya tole û cezayên dijî Koreya Bakur ragihandina şer e.

Daxuyanî herwiha tehdîtan dike ku Pyongyang de dawî li hemî dîyologa ser kêşeya navokî bîne.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Çarşemê Koreya Bakur bi yekdengî şermezar kiribû, bi sedema ku Pyongyang meha borî li dijî şert û mercên cezayên navnetewî, ceribandina muşekekê kiribû.

Koreya Bakur do Pêncşemê bersîva wê helwestê da û ragihand ku ewê ceribandina navokî ya sisêyan bike û hinartina pirtir muşekan bicîh bîne.
XS
SM
MD
LG