Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berlusconi Pesna Rêberê Faşist Mussolini Dide


Silvio Berlusconi
Silvio Berlusconi
Serowezîrê berê yê Îtalî Silvio Berlusconi dibêje ku Benito Mussolini xizmeta welatî kir, herçende wî kar bi qanûnên li dijî Cuhîyan dikir.

Berlusconi herwiha pesna rêberê Faşist Mussolini da jibo piştgirtina Adolf Hitler.

Berlusconi got Mussoini bawer dikir ku desthilata Almanyayê berfireh dibe û baştir bû ku piştîrîya Almanyayê bike.

Li sala 1938’ê, pêş ku şerê cîhanî destpê bike, rejîma Mussolini qanûnên li dijî Cuhîyan pejirand, wek qedexekirina xwendina zanîngehê jibo Cuhîyan.

Dema Almanya ya Nazî Îtalya dagîr kir, Cuhîyên Îtalî jibo kampên qirkirinê hatin şandin.
Berlusconi got ku qanûnên dijî Cuhîyan “mezintirîn xeletî” ya Mussolini bû.
XS
SM
MD
LG