Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev: Roj bi Roj Derfeta Mana Desthilata Esed Kêmtir Dibe


Dmitry Medvedev.
Dmitry Medvedev.
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev dibêje ku derfeta mana desthilata serokê Sûrî Beşar El Esed roj bi roj kêmtir dibe.

Ofîsa serokwezîrê Rûsî ragihand ku di hevpeyvînekê de ligel CNN, Medvedev helwêsta welatê xwe dubare kir ku çênabe hêzên bîyanî desthilata Esed hilweşînin û got ev pirsek e ku gerek gelê Sûrîyê bi xwe biryarê li ser bidin, ne Rûsya, ne Amerîka yan her welatekê din.

Rûsya hevalbenda rejîma Sûrîyê ye û heta niha sê caran biryara Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîma Sûrîyê veto kirîye.
XS
SM
MD
LG