Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babê Sîmonê Zanyarîyên Raporta KNN Red Diket


Pitire ji 20 rojan, revandina keçeka ne pêgihiştîya Êzdî ji komelgeha Şêxka ser bi Qeza Alqoş li parêzgeha Musilê ji alîyê xortekî Musilmanê xelkê Kelekçî ve bûye cihê ne rehetî di nav civakên Musilmam û Êzdîyan de li herêma Kurdistana Îraqê.
Kes û karên Sîmon Dawud Îsmaîl dibêjin, keça wan 11 salî ye û ji alîyê dukandarekî gerok bi navê Hesen Nesrullah ve hatîye revandin. Lê belê raporteka televizyona KNN wê xanimê nîşan didet dema dibêjit, ew 15 salî ye û bi heza xwe ligel xortî çûye û dixwazit bibit Musilman.
Jibo zanîna rastîyan Dengê Amerîka ligel babê Sîmonê, Dawud Îsmaîl û peyamnêrê KNN Emîr Goran, ku ew li heman dem peyamnêrê Dengê Amerîka ye li Mûsilê, axiftîye.
Dawud Îsmaîl dibêjit, zor li keça wî hatîye kirin heta bêjit ew 15 sale, û ew çi ji ola nizanit heta bibit Musilman. Jibo guhdarîya hevpeyvîna faylê deng dagire:

Hevpeyvîn sebaret revandina kiçek Êzdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG