Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dest bi Damezrandina Hikûmeta Nû li Îsraîlê Dike


*
*
Du hefte piştî hilbijartinên niştimanî, serokwezîrê Îsraîlî ya nuha jibo gera xwe ya sêyem wekî serokê hikûmetê amade ye. Robert Berger, nûçegihanê Dengê Amerîka ji Orşelîmê ev raport şandiye.

Serokê Îsraîlî Shimon Peres bi fermî Serokwezîr Bejnamin Netanyahu destnîşan kir da ku dest bi danûstandinên hevpeymanîyê bike û hikûmeta nû ava bike.

Di rêwresmekê de li Orşelîmê, birêz Netanyahu got ku Rojhilata Navîn di nav qerbalexê de ye, lewra divê ewlekarî bibe armanca wî ya yekê.

Birêz Netanyahu dibêj ewlahîya hikûmeta wî ya herî bilind ew e ku rê li ber Îranê bigire ku çekên navokî bidest nexe.

Îran dibêje, programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye, lê Îsraîl dibîne ew metirsîyeke mezin e û gelek caran gefe kiriye ku êrîşî navendên Îranê yên atomî bike, wekî çareya herî dawî.

Serokwezîrê Îsraîl herwiha xemên derbarê şerê navxweyî li Sûrîyê jî derbirîn kir.
Birêz Netanyahu soz da ku ligel doseya zêdebûna çekên kujer li welatên hawîdor Îsraîlê xweşik bide û bistîne. Serokwezîrê Îsraîlê behsa tersana çekên Kîmyawî li Sûrîyê dike ku Îsraîl hişyarî daye nekevin destên komên Îslamî yên terorîst.

Raportên medya biyanî dibêjin ku firokên şer yên Îsraîlê roja Çarşemê êrîşî karwanekî leşkerî yê Sûrîyê kirine. Wekî tê gotin, vî karwanî mûşekên dijî firokan ku li Rûsya hatine çê kirin dibir jibo Hezbollah li Libnanê. Îsraîlê ev raport piştrast nekirine.

Lê tevî danûstandinên dijwar, serokwezîr Netanyahu got ku Îsraîl aştîyê li welatên cîran yên Ereb dixwaze.

Birêz Netanyahu bang li Desthilatdarîya Filestînî kir ku careke din vegere danûstandinên aştîyê ku ev bûne çar sal jibo avakirina wargehên Cihû hatine rawestandin.

Banga Netanyahu encamên hilbijartinên berî du hefteyan nîşan didin. Partîya birêz Netanyahu ya rastgir di hilbijartinan de qels bûne, li vê dema ku partîyên naverast yên aştîxwaz hinek destket pêk anîne. Tê çaverê kirin ku alîyên naverast jî di hevpeymanîya nû de jibo hikûmetê cî bigirin, û ev jî hêvî dikin ku prosesa aştî vejînin.

Şeş hefte bi Serokwezîr re hene jibo ku hikûmeteke nû damezrîne.

Jibo guhdarîkirina raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG