Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Îsraîl Poşman Dibe


Seîd Celîlî
Seîd Celîlî
Karbidestekê mezin yê Îranê dibêje ku Îsraîl poşman dibe piştî êrîşa Sûrîyê kir.

Serokê Encûmena Parastina Niştîmanî ya Îranê, Seîd Celîlî, roja Duşemê got ku cîhana Musilman Piştgîrîya Sûrîyê dike.

Seîd Celîlî li Şamê dîsa piştgîrîya Îranê bo rejîma Esed ragihand.

Li heftiya bihurî, Îsraîlê êrîşeke esmanî li dijî karwanekê otomobîlan li Sûrîyê pêk anî.

Îsraîl bi fermî berpirsîyarîya xwe hemberî wê êrîşê ranegihandîye, lê belê karbidestên Amerîkî dibêjin ku Îsraîlê êrîşa karwanekê otomobîlan kir ku çekên li dijî balafiran bo komela çekdarî ya Hizbullah li Libnanê dibir.
XS
SM
MD
LG