Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MHP: Kerkuk Bajarekî Tirk e û Her Tirk Dimîne


Devlet Bahçeli
Devlet Bahçeli
Rêberê Partîya Tevgera Neteweperwer ya Tirkîyê (MHP) dibêje ku hikûmeta Tirkîyê jibo xatra rêkeftinên enerjî ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest ji Turkmenên Kerkukê berda.

Devlet Bahçeli roja Sêşemê got ku “Kerkuk bajarekî Tirk e û her Tirk dimîne.” Wî got ti cîyawazî li navbera Kerkuk, Stenbol û Enqerê nîne.

Di gotarekê de jibo parlamenterên MHP'ê, Bahçelî got ku “rêveberîya Pêşmerge” operasyonên nepenî li dijî gelê Turkmen encam dide û daxwaz ji hikûmeta Tirkîyê kir ku mafên Turkmenên Îraqê biparêze, li gorî rojnameya Hûrriyet.
XS
SM
MD
LG