Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêrês Pesna Rêbaza Serok Obama Hemberî Îranê Dide


Şîmon Pêrês
Şîmon Pêrês
Serokê Îsraîlî Şîmon Pêrêz pesna rêbaza Serok Barack Obama hemberî Îranê da.

Di gotarekê de bo perlemana nû-hilbijartî ya Îsraîlê roja Sêşemê, birêz Pêrês got “Amerîka welatek e ku dikare gefa Îranê bi dawî bîne, û bi bawerîya min serokê Amerîkî rijd e ku vî karî bike.”

Pêrês, yê 89 salî, got ku Îsraîlê hevalek li Seraya Sipî heye û ew heval Îsraîlê diparêze.

Serokê Îsraîlî herwiha da xuya kirin ku gerek hikûmeta nû ya Îsraîlî bitenê bizavê neke li dijî bernama navokî ya Îranê.
XS
SM
MD
LG