Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paytaxta Sûrîyê Şam Dibe Qada Şerekî Giran


Bizavkar dibêjin, li paytaxta Sûrî şerekî giran di navbera serhilda û hêzên hikûmetê li çend taxên Şamê qewimîye.

Tundûtûjîya roja Çarşemê giheşt bajarê Tedmur jî, cihê ku cotpeqînên xwekuj lê pêk hatin.

Bizavkar ragihnadin ku peqînan bingeheke îstixbaratê ya leşkerî li bajêr kirin armanc. Di encama vê êrîşê de bi kêmî 12 endamên hêzên ewlekarîya Sûrî hatin kuştin.

Medya dewletê bi rengekî din peqîn şîrove kir û got ku bombe li devereke rûniştvanan peqîyan û çend kes kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, bi kêmî ve 60.000 kes ji Adar'a 2011'ê anku destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed de, li Sûrîyê hatine kuştin.

NY herwiha dide zanîn ku bi sed hezaran Sûrî jî xwe spartin welatên cîran.
XS
SM
MD
LG