Lînkên eksesibilîtî

Shapiro : Di Serdana Serok Obama de Danûstandinên Îsraîlî û Fîlîstînîyan Were Rojêvê


Balyozê Amerîka li Îsraîlê Dan Shapiro roja Çarşemê got, Serok Obama dê pêşketinên li Sûrîyê û Îranê û jinûve destpêkirina danûstanên Îsraîlî û Fîlîstînîyan di serdana xwe ya bê de bo Tel Avîvê bike acendeyeke lezgîn.

Axaftina Shapiro hat rojekê piştî ku Qesra Spî ragihand, Serok Obama dê demsala biharê serdana Îsraîl, Kenara Rojava û Urdunê bike.

Di gera birêz Obama ya yekê de wekî serok, têkîlîyên Amerîka û Îsraîlê hinekî xirab bibûn, jiber têkçûna danûstandinên ligel Fîlîstînîyan.

Herwiha nêrînên cuda yên navbera Obama û Netanyahu jî bibû sedem ku peywendîya her du welatan xirabtir be.

Birêz Shapiro roja Çarşemê bi heman peyamê, çend hevpeyvînên din dan medya Îsraîlî.

Bi alîyekî din ve, Nebîl Ebû Rdneh, berdevkê Serokê Fîlîstînî Mahmud Abbas got, ew xêrhatina vê serdanê dikin.

Rdneh got, ew hêvî dikin di encama wê de damezrandina dewleteke Fîlîstînî ligel dewleta Îsraîlê pêk were.
XS
SM
MD
LG