Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Burmayê Sein Hizra Azadkirina Girtîyên Sîyasî Dike


Thein Sein
Thein Sein
Serokê Burmayê Thein Sein damezrandina komîteyekê ragihand ku azadkirina bi sedan girtîyên sîyasî li welêt bide ber çavan.

Ofîsa serok roja Pêncşemê got, dê komîteya nû rewşa girtîyên sîyasî yên mayî bibe ber çavên xwe da ku wan berde.

Bizavkar dibêjin, ev cara yekê ye serokê ku navê wî bi reformê derketîyê, bi awayekî eşkere qala girtîyên sîyasî dike.

Ji dema ku di sala 2011'ê de bû serok, birêz Thein Sein bi sedan çalakvan û rojnamevan û kesên din berdaye, wekî beşek ji programa hikûmetê jibo lihevhatina niştimanî.

Lê, rexnegir gazinan dikin ku ev programa lêborînê bi awayekî berfireh pêk nehatîye.
Ew dibêjin ku nêzîkî 200 rikber û bizavkar hîn di zindanan de ne.
XS
SM
MD
LG