Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Sudana Başûr 103 Kes Hatin Kuştin


Karbidestekê Sudana Başûr dibêje ku bi sedema êrîşeke serhildayan, bi kêmî ve 100 kes hatin kuştin.

Fermandarê herêma Conglêy, Kûl Manyang, roja Yekşemê got ku karbidest bawer dikin serhildayên Murle berpirsîyar bin beramberî êrîşa li dijî karwanekê malbatan.

Di wê êrîşê de 103 kes hatin kuştin, ku piranîya wan jin û zarok bûn û hejmareke kesên din winda bûn.

Fermandar Manyang herwiha got ku serhildayan herwiha 14 leşker kuştin ku bi wî karwanî re bûn.
XS
SM
MD
LG