Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Serhildayên Sûrî bi Tankan Êrîşa Hêzên Rejîmê Dikin


Hêzên serhildayên Sûrî roja Yekşemê bi tankan êrîşa hêzên ser bi serokê Sûrî Beşar El Esed kirin li rojhilata welatî, li gorî komeleke çalakvanên Sûrîyê.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku serhidayan dest bi ser tankên rejîmê girtin û bi wan tankan êrîşa bingehekê artêşê û balafirgeha leşkerî li Dîr Ezzor kirin.

Hevdem, şer û pevçûn roja Yekşemê li seranserê Sûrîyê berdewam bûn.

Li heftîya bihurî, şer gihîşte Şam a paytext û pevçûn heta roja Yekşemê jî li nêzîkî paytexta Sûrîyê her berdewam bûn.
XS
SM
MD
LG