Lînkên eksesibilîtî

Papa Benedict Dest ji Posta Xwe Berda


Papa Benedict, yê 16-emîn, li roja 26’ê Şubatê dest ji posta xwe berdide.

Papa Benedict dibe yekemîn papa ku li demê 600 salan dest ji posta rêberê Katolîkên cîhanê berde.

Peyvdarê Vatîkanê roja Duşemê biryara îstîfaya Papa Benedict bo kardînalên Vatîkanê eşkere kir.

Di peyameke nivîskî de, Papa Benedict ragihand ku wî hêz û şîyana xwe ji dest daye û nikare bi erkê olî yê xwe rabe.

Papa Benedict, ku navê wî Joseph Ratzinger e, li sala 1927 li Bavarya li dayîk bû û li sala 2005’ê û li jîyê 78 salî bû rêberê Katolîkan.
XS
SM
MD
LG