Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî: Sûrîye bi Xwe Xwe Wêran Dike


Ban Kî-moon
Ban Kî-moon
Çalakvanên Sûrî dibêjin, serhildayên li dijî Serok Beşar Esed destê xwe danîn ser bingehekê leşkerî yê esmanî li bakura Sûrîyê, rojekê piştî ku mezintirîn bendava hîdro-elektrîk kontrol kirin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Sêşemê ragihand ku serhildayan destê xwe danîn ser bingeha esmanî yê Cerreh li parêzgeha Helebê.

Komîteyên Hemahengîya Xwecihê yên opozisyonê radigihînin ku bingehê esmanî piştî pevçûnên giran ligel hêzên hikûmetê, ketibûn destê serhildayên opozisyonê.
Rêxistinê herwiha ragihand ku şer roja Sêşemê li firîngeheke din ya leşkerî li Helebê pêk hatîye.

Hemdem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon dibêje, Sûrîye “bi xwe xwe wêran dike” û bang li hikûmeta Sûrîyê û Civata Ewlekarîya N.Y. dike ku karekî di vê derbarê de bike.
XS
SM
MD
LG