Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya 6 Kurd bi Guman Pişrgirîya PKK'ê Desteser Dike


Hikûmeta Îspanya roja Sêşemê ragihand ku polîsan 6 Kurd girtine ku guman heye piştgirîya diravî didan Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Wezareta Karê Hindur ya Îspanyayê di daxuyanîyekê de got, “Polîsan girtine ser sîstema alîkarîya diravî bo rêxistina PKK’ê li wî welatî.”

4 ji bergumanan li Madrîd’ê hatin girtin, 1 li Barcelona û 1 jî li herêma Murica ya başûrê rojhilata Îspanyayê.

Wezareta Îspanî herwiha got ku 16 bergumanên din li Fransa jî hatine girtin.
XS
SM
MD
LG