Lînkên eksesibilîtî

Îran Soza Tolhildanê Dide li Dijî Îsraîlê


Termê General Hesen Şaterî roja Pêncşemê li Tehranê hate binaxkirin.

Termê General Hesen Şaterî roja Pêncşemê li Tehranê hate binaxkirin.

Karbidestekê Îranî soza tolhildanê da li dijî Îsraîlê, piştî kuştina komandarekê mezin yê Sipahê Pasdaran (Artêşa Nobedarên Şoreşê).

Sipahê Pasdaran Îsraîlê tometbar dike bi kuştina General Hesen Şaterî roja Çarşemê li ser rêya navbera Şam û Beyrûtê.

Îsraîl hêşta hember ev îdîaya Îranê bêdeng e.

Alî Şîrazî, nûnerê rêberê bilind Alî Xemeneyî jibo Sipahê Pasdaran, dibêje ku di demekê nêzîk de Îsraîl heqê kuştina Şaterî dide.

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG