Lînkên eksesibilîtî

Li Pakistanê 63 Kes Hatin Kuştin; Piranîya Wan Şîe Bûn


Di teqînekê de li dijî Şîeyên Pakistanê, bi kêmî ve 63 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.

Teqîn êvarîya Şembî li taxekê Şîeyan yê bajarê Quwêta pêk hat, li gorî karbidestên polîsî. Polîs radigihîne ku piranîya qurbanîyan Şîe bûn û jin û zarok jî hatîne kuştin.

Peyvdarê komela çekdarî ya Leşkerê Cengvî ya Sunnî berpirsîyarîya xwe hember teqîna Şembî ragihand.

Quwêta paytexta herêma Beluçistanê ye û Şîe li wê herêmê rû bi rûya tundûtûjîya tayîfî dibin.

Bi sedema tundûtûjîya tayîfî, bi kêmî ve 400 kes sala bihurî li Pakistanê hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG