Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Dehan Endamên DHKP-C Binçav Dike


Ajansa nûçeyan ya dewleta Tirkîyê radigihîne ku polîsan bi dehan bergumanên komeke çepgir ya mîlîtan girtine, ya ku berpirsîya xwe beramberî êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîkî li Enqerê ragihandibû.

Ev cara duyê ye ji meha yekê vir ve ku hikûmeta Tirkîyê bergumanên Partîya Rizgarîya Gel ya Şoreşger - Enî (DHKP-C) binçav dike.

Hîn ne eşkere ye ka ev girtin rasterast girêdayî bombekirina balyozxaneya Amerîkî bû ku di encama wê de zêrevanekî Tirk hatibû kuştin.

Ajansa Anadolu roja Sêşemê ragihand ku polîsan bi dehan kes li 28 parêzgehên seranserî Tirkîyê girtine.

XS
SM
MD
LG