Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mandiant: Hikûmeta Çînê Êrîşên Elektronî li Dijî Amerîkayê Pêk Tîne


Mandiant radigihîne çalakîyên vê koma hakkirinê ji deverekê li bajarê Şanghay têne kirin ku yekîneya Artêşa Azadîya Gel ya nepenî lê dikeve.
Mandiant radigihîne çalakîyên vê koma hakkirinê ji deverekê li bajarê Şanghay têne kirin ku yekîneya Artêşa Azadîya Gel ya nepenî lê dikeve.
Grupeke ewlekarîya Internetê li Amerîkayê, hikûmeta Çînê bi êrîşkirina elektronî li ser kar, hikûmet û ajansên din yên girîng li Amerîka tawanbar dike.

Di raporta 60 rûpelî de ku roja Sêşemê hate weşandin, grupa Mandiant balê dide ser bi dehan êrîşên ji alîyê komeke hakkirinê li Çînê. Raport radigihîne ku hikûmeta Çînê piştgirtîyeke rasterast dide vê grupê da ku kampeyneke demdirêj û bihêz ya sîxurîya elektronî destpê bike.

Li gorî raporta grupa Mandiant, ji sala 2006’ê de agahî û zanînên nêzîkî 150 rêxistinan hatine dizîn ku piranîya wan rêxistinên Amerîkî ne.

Grupa Amerîkî herwiha dibêje, çalakîyên vê koma hakkirinê ji deverekê li bajarê Şanghay yê Çînê têne kirine ku yekîneya Artêşa Azadîya Gel ya nepenî lê dikeve.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Hong Lei roja Sêşemê bi tundî ev tomete red kirin.
XS
SM
MD
LG