Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de bi Dehan Kes li Şam Hatine Kuştin


Piştî peqîna li nêzîkî Navenda Giştî ya Partîya Baas
Piştî peqîna li nêzîkî Navenda Giştî ya Partîya Baas
Bizavkarên Sûrî dibêjin, herî kêm 31 kes di encama bombeyeke de, îro Pêncşemê li paytaxt Şam hatine kuştin.

Tê ragihandin, peqîn li nêzîkî Navenda Giştî ya Partîya Baas ya desthilatdar qewimî.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Pêncşemê ragihand, piranîya qurbanîyan kesên sîvîk bûn.

Medyaya dewleta Sûrî peqîn wek “bombekirina terorîstî” nav kir ku deverên bi çenî ya taxa El Mezra kire armanc.

Ajansên nûçeyên Rûsî jî ragihandin ku jiber paqînê pencereyên balyozxaneya Rûsî ji şikestin.

Hevdem, opozîsyona Sûrî jî îro Pêncşemê li Qahîreyê kombûnekê rêve dibe ku gotûbêjan li ser planeke danûstandinan bi Serokê Sûrî Beşar Esed re bike.
XS
SM
MD
LG