Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Şerê Balafirgeha Helebê Berdewam e


Şer û pevçûnên giran roja Şembî berdewam bûn jibo kontrola balafirgeha navneteweyî ya Helebê, li demê ku hêzên rejîma Sûrî bizavê dikin bersîngê pêşveçûnên hêzên serhildayan bigirin.

Ev çend meh in hêzên serhildayan dixwazin ku balafirgeha Helebê kontrol bikin.

Serhildayan rêya serekî ya balafirgehê kontrol kirîye; rêya ku ji layê rejîmê ve dihate bikaranîn jibo veguhastina çek û leşkeran.

Balafirgeh dikeve rojhilata bajarê Helebê û bingehekê leşkerî û balafirgeheke artêşê di nav balafirgeha Helebê de cîh digirin.

Heleb mezintirîn bajar e li Sûrîyê û paytexta bazirganî ya wî welatî ye.
XS
SM
MD
LG