Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn li Malî Berdewam e


Pevçûnên nû li du herêmên bakurê Malî qewimîne, cihê ku leşkerên Fransî û Afrîkî piştgirîya artêşa Malî dikin ku mîlîtanên Îslamî ji deverên mayî derxînin.

Nûçegihanekî Dengê Amerîka dibêje ku grupeke serhildayên neteweya Tuareg roja Şemîyê ketibûn nav şer ligel komeke çekdarên nenaskirî li bajarokê Tessalit.

Roja Înîyê jî, trimbêlek ji derveyî bingeheke serhildayên Tuareg nêzîkî Tessalit teqîya bû ku di encamê de 5 kes hatibûn kuştin, di nav wan de herdu bergumanên xwekuj.

Hemdem, Serokê Fransî Francois Hollande dibêje ku hêzên Fransî û Çadî şerê mîlîtanan li herêma Ifoghaz ya çîyayî dikin ku nêzîkî sînorê Cezayîrê ye. Serokê Fransî do Şemîyê gote rojnamevanan ku leşker bawer dikin komên terorîst dagerîyane wê deverê da ku xwe veşêrin.

Qomanda artêşa Çadê roja Înîyê got ku 13 leşkerên wê û 65 serhildayên Îslamî di şerê herêma Ifoghaz de hatine kuştin.

Nêzîkî 1,600 leşerên Çad li Malî hene.
XS
SM
MD
LG