Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam Amade ye Dîyalogê bi Opoizsyona Çekdar re Bike


Wezîrên derve yên Sûrî (çep) û Rûsyayê roja Duşemê li Moskow, 25'ê Şubatê, 2013.
Wezîrên derve yên Sûrî (çep) û Rûsyayê roja Duşemê li Moskow, 25'ê Şubatê, 2013.
Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku Şam amade ye danûstandinê bi komelên çekdar yên opozisyona Sûrîyê bike.

Wezîrê derve Welîd El Mualîm roja Duşemê li Moskow got ku Sûrîye jibo dîyalogê amade ye bi her kesî re ku dixwaze dîyalogê bike.

El Mualîm li paytexta Rûsyayê bi wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov re kom bû.

Lavrov li heftîya bihurî got ku kirîza Sûrîyê bi rêya leşkerî çareser nabe.
XS
SM
MD
LG