Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hizbullah ya Îraqê Dîsa Gef Kir


Endamên Mucahidînê Xelq li Îraqê.
Endamên Mucahidînê Xelq li Îraqê.
Rêberê komeleke nû ya çekdarên Şîe li Îraqê roja Sêşemê gef kir ku careke din êrîşa kampa penaberên Îranî li Îraqê dike.

Endamên komela Mucahidînê Xelq ya opozisyona Îranê di wê kampê de dimînin û di vê mehê de rastî êrîşeke bi hawin û rokêtan hat.

Wasiq El Betat, rêberê Hizbullah ya Îraqê ku herwiha rêberê komeleke nû pêkhatî ya çekdarên Şîe ye bi navê Artêşa Muxtar, dibêje em her êrîşa Mucahidînê Xelq dikin heta ew li Îraqê namînin, li gorî ajansa Associated Press.

Hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan ya Îraqê, ku têkelîyên nêzîk bi Îranê re hene, komela Mucahidînê Xelq wek komeleke teroristî binav dike.

Herwiha rojnameya El Heyat ya Erebî, ku baregehê wê li Londonê ye, roja Yekşemê ragihandibû ku rêberê komela Hizbullah ya Îraqî gef li Kurdan xwar.

Di hevpeyvînekê de ligel El Heyat, Wasiq El Betat got bila Kurd hizir nekin ku jiber bêhêzîya hikûmeta Nûrî El Malikî, herêma xwe berfireh bikin.

El Betat got ku ew rê nadin Kurd deverên parêzgehên Kerkuk, Musil, Dîyale û Selaheddînê kontrol bikin. Wî herwiha got eger Kurd bi sînorê niha yê Herêma Kurdistanê razî nebin, emê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok jî ji wan bistînin.
XS
SM
MD
LG