Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balûken: Ev Êrîş Darbeya AKP’ê ye


Li Parlementoya Tirkîyeyê, dema ku ji bo ava kirina ‘Komîsyona Kontrolkirina Hêzên Ewlehî hevdîtin pêk dihat, Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Ferhat Encu dema mafê axaftinê hilda bi ‘’ew welatîyên sivîl û zarokên ku ji alîyê hêzên ewlehî ve hatin qetil kirin bi bîr tînim’’ dest bi axaftina xwe kir.

Li ser vê gotina Encu wekilê serokê Parlementoyê Ahmet Aydın, Encuyê li gorî rêznameya navxweyî tevbigere hişyar kir.

Encu axaftina xwe berdewam kir û wiha got ‘’ew rastîyên ku em li vir tînin ziman li we xweş nayê, hûn qebûl nekin jî ew rastî ne’’

Li ser vê gotinên Encuyê parlementerên AKPê ji parlementerên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) re got: ‘’ hûn terorîst in’’ ‘’divê hûn niha di girtîgehê de bûna’’. Bi wan gotinan ber bi parlementerên Partîya Demokrat a Gelan ve ji bo êrîşê meşîyan. Parlementerên AKPê êrîşê li ser parlemantêrên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) pêk anîn û Ferhat Encu, Ayhan Bilgen û Çağlar Demîrel birîndar bûn. Dîsa parlementerên Partiya Demokrat a Gelan(HDP) yên jin Huda Kaya û Burcu Ozkan Çelik hatin derb kirin.

Raporta zozan Yeşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG