Li Îraqê polîs dibêje erebeyeke bumbekirî ku êrîşî gurûpeke hecaçiyên Şêyî kir li derveyî Bexdayê îro şemiyê bi kêmanî 21 kes kuştin û bêhtirî 42 kesên din birîndarkirin.
Gurûpa dewleta Îslamî Daiş di daxuyaniyekê de li ser malpereke girêdayî bi wan ve, berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşê û got ew bi sê ton bumbe pêk hat.
Êrîşê Şîiyên sivîl ji xwe re kirin armanc li bazareke vekirî ya şînkayî û fêkiyan, li gor wezareta navxweyî ya Îraqê.
Daxuyaniya Daiş û raportên seretayî gotin teqînê hin hecaçiyên ku derbasî ziyaretgeha Kazimiye dibûn ji xwe re kirin armanc.
Jimara kuştî û birîndaran ji aliyê polîs û berpirsên nexweşxanê ve hatin dabînkirin ku nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata axaftina li gel medya nebûn.