Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer ên Tirkiyê Êrîşî Serhildêrên Kurd Dikin


Leşkerê Tirkiyê dibêje wan şeva borî êrîşên esmanî birin ser serehildêrên Kurd li bakurê Îraq û başûrê rojhilata Tirkiyê.

Bumbebarana li dirêjiya sê demjimêran, navçeyên Avaşîn, Hakurk û Qendîlê ji xwe re kirin armanc ku di bin destê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de ne.

Firokên Tirkiyê her wiha êrîşî parêzgeha Şirnexê kirin li başûrê rojhilata welêt.

Daxuyaniyeke artêşa Tirkiyê ku ji aliyê Acansa dewletê Anadol ve hate belavkirin diyar kir ku hin cih û bingehên PKK hatin wêrankirin.

Tê zanîn ku Tirkiyê li gel Amerîka û hevalbendên wan yên Yekîtiya Ewropî PKK wek rêxistineke terorîst bi nav dikin, lê PKK dibêje ew daxwaza mafê Kurd dike.

Şerê bi deh salan di navbera herdû aliyan de bêhtirî 40 hezar kuştî li dû xwe hîşt.

XS
SM
MD
LG