Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Êrîşî Serhildêran Dike li Helebê 


Du gurûpên opozisyona Sûrî yên çavdêriyê radighînin ku hikûmetên êrîşên esmanî birin ser taxên bin destê serhildêran de li bajarê Helebê.

Çavdêriya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye 20 êrîşên esmanî ragihandin ku di encamê de bi kêmanî du kes hatin kuştin û hinekên din jî birîndarkirin.

Komîtên hevrêzî yên navxweyî gotin êrîşan kesek kuşt û hinekên din birîndarkirin.

Bajarê Helebê ku navenda bazirganî û bajarê Sûrî yê herî mezin e, ev bû neh rojin rastî bumbebaran û topbaranê dibe ku ta niha derdora 250 hatine kuştin li gor çavdêriya Sûrî.

Şerê Helebê bû sedema hilweşandina agirbesta ku berî du meha destpêkirî bi piştgiriya Amerîka û Rûsya.

Şer her wiha metirsî derxistin holê li dor êrîşa hikûmetê li ser hemî taxên ne di bin serhildêran de ku dê bi karesateke mirovahî encam bidin.

XS
SM
MD
LG