Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Fedralî ya Bakurî Sûriyê Dest bi Karê xwe Dikin


Efrin
Efrin

Piştî kongira meclîsa fedralî ya bakurî Sûriyê li bajarê Rimêlanê di 28 meha çaran de hate lidarxistin, pêwîst bû ku nûnerên Efrîn û herêma el--Şehba têda hazir bin, lê ji ber rewşa şer û dorpêçkirina Efrînê nikarîbûn tevlî kongir bin, ji ber vê yekê kongirekî rojnemevanî li bajarê Efrîn lidarxistin, nûnerên herdû herêman beşdarî kongirê bûn.

Endamê rêveberia destya meclîsa fedraliyê Rohilat Arif li ser destpêkirina karê wan li Efrîn û herêmên el-Şehba dibêje: me xwest em pirojeya fedraliyê bi xelkê xwe nasbikin, û mîrasên welatên hene wek mînak, piştra emê kongirekî li darxin.

Ji berku xelkê herêma el-Şehbe, koçberî Efrînê bûne, tev nûnerên Efrînê karê xwe dikin, sê komîte hatin damezrandin, komîta çalakiyên civakî, komîta hevpeymaniya civakî, komîta têkliyên siyasî, 23 kes li ser herdu herêman hatine nîşankirin.

Gava yekem ji komîtan ra parvekirina vê pirojeyê bi xelkê herêmê ra her weha partî û rêxistinên siyasî, jiboku piştra bi aliyên surî yên din ra hawildanên tevlîbuna pirojeya fedraliya demkratîk ya bakurî SûRIYê bê çêkirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG