Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîr Rustem Rola Erebistana Saudî li Sûriyê Şîrove Dike


د کابل د دشتې برچي په یو ښوونیز مرکز باندې برید کې لږ تر لږه ۴۸تنه وژل شوي دي.
د کابل د دشتې برچي په یو ښوونیز مرکز باندې برید کې لږ تر لږه ۴۸تنه وژل شوي دي.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro li Cinêvê li gel hevtayê xwe yê Saudî Adil el-Jubêr kom bû ji bo parastina agirbesta Sûriyê ji hilweşandina bi temamî piştî bilindbûna asta şer li bajarê Helebê.

Doh, Kerry her wiha li gel wezîrê derve yê Urdun kombû.

Nivîskar Pîr Rustem di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser girîngiya Urdun û Erebistana Saudî û rola wan di şer Sûriyê û çareseriya şer de.

Wî got:

“Herçendî rola Urdun heye di rewşa Sûriyê de lê ya Erebistan Saudî grîng û berbiçav e. Erebistana Saudî dikare roleke mezin bilîze eger daxwazeke rijdî ya welatên herêmê û yên mezin ên cîhanê hebe ji bo cîbecîkirina agirbestê û rawestana şer li Sûriyê.”

Pîr Rustem di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku eger Amerîka fişarê bide ser Rûsya dê bihêlin rêjîma Sûrî êrîşan li serranserî welêt rawestîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Pîr Rustem 05_02_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:27 0:00

XS
SM
MD
LG