Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hewildanên Rawestana Şer li Helebê


Farûq Hejî Mistefa, Qado Şêrîn û Ebdula Îmam
Farûq Hejî Mistefa, Qado Şêrîn û Ebdula Îmam

Hewlên navnetewî berdewamin ji bo rawestana şer li bajarê Helebê û Îro sêşemê wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavrov mîvandariya şandê neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura dike ji bo dîtina riyekê ku agirbesta berî bêhtirî du mehan hatî sepandin li wir bê parastin.

Nivîsîngeha Lavrov got ew bi riya telefonê li gel wezîrê derve yê Amerîka John Kerry axivî û wan ji herdû aliyên şer daxwaza pêgiriya bi agirbestê kirin.

Axaftina wan hat piştî kombûna Kerry li gel De Mistura li Cinêvê ku li wir got Amerîka guftûgoya hin pêşniyaran dike ji bo rawestana tundûtijiyê, bêyî wan pêşniyaran bîne ziman.

Herdû welatên sereke Amerîka û Rûsya, berê her aliyekî bi şêweyên xwe yên taybet hewil dan tiştekî bikin li Sûriyê û vaye herdû alî li gel hev jî kar dikin, lê ta roja îro çi çareseriyên diyar û berbiçav nînin.

Gelo berê vê rewşê bi ku ve ye û çarenûsa kombûnên Cinêvê çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Parêzer Ebdella Îmam ku li Almanya dimîne, nivîskar Qado Şêrîn ku li Holenda dimîne û her wiha Farûq Hejî Mustefa, birêvebirê navenda Berçav ji bo azadî û ragihandinê ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 05_03_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:18 0:00

XS
SM
MD
LG