Bajarê Qamişlo tevî biçûkbûn û xizaniya xwe, lê herdem mîna bexçê gula ye hunermend, sazbend û awazjenan têne jiyanê.
Siûd Ehmed di bin baskê Qamişlo de, hînî jiyana hunerê bû û nasnameya xwe tê de dît.
Siûd ji ber wendakirina bavê xwe ji zaroktiyê, xwest ku hêsirê dayka xwe bike wêne û awaz û bi esimana xîne.
Ew tevî koma Newroz ya folklorê kurdî bû di sala 1980ê de û xwe hînî Violinê kir ta ku çû bajarê Helebê û li wir 2 salan mûzîk xwend.
Herwiha jî Siûd ji sala 1989an dmijûlî peykeran, tablo û rengan bû û beşdarî gelek pêşangehan bû.
Di sala 1996an de bû endamê Sendîqa Hûnermendan ya Sûrî.
Ji sala di 1997an de, ew li Elmaniya dimîne û li wir kar û xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.