Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahir Henan Behsa Teqînên Îro li  Sûriyê Dike


Jeble û Tertûs
Jeble û Tertûs

Îro duşemê zîncire teqînên ciyawaz li du bajarên Sûrî yên li qeraxa deryayê rûdan û di encamê de bêhtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn, li gor medya dewletê û çavdêriya Sûrî ya mafê mirov.

Ajansa SANA got sê rokêt li îstgeheka basan a bajarê Jeble ketin û çavdêriya mafê mirov got sê teqînên din li bajarê Tertûs rûdan.

Endizyar Şahir Henan ku li bajarê Laziqiyê dimîne, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser van teqîn û êrîşan û got:

“Medya Sûrî dibêjin Daiş berpirs e, lê hinek xelk behsa gurûpa Ehrar el-Şam dikin ku di pişt van êrîşan de ye. Her çendî jiyan li Laziqiyê normal e, lê metirsî hene ku terorîst êrîşa vir jî bikin.“

Henan bal kişand ser aramiya bajarên qeraxa deryayê û got xelkê sivîl yê bajarên din ji ber şer direvin û diçin wir.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Şahir Henan 05_23_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00

XS
SM
MD
LG