Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayram Bozyel Serdana Serokkomarê Tirkiyê bo Amedê Dinirxîne 


Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Cîgirê Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPar)Birêz Bozyel dibêje hem gotara serokwezirê hem jî yên serokkomar xizmetê nakin jibo aşitiyê.

Bayram Bozyel serdana Serokkomar Erdogan ya Amedê û siyaseta hikumeta nû ya herêmê ji Dengê Amerîka re şîrove kir.

Serokkomarê TirkiyêRecep tayip Erdogan û serokwezîrê nû yê Tirkiyê Binalî Yildirim roja Şemiyê tên Amedê. Piştî qedexe û operasyonan ev cara yekê ye Erdogan tê Amedê.

Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) Bayram Bozyel li ser hatina ji Amedê ji Dengê Amerîka re nirxandinan kir.

Birêz Bozyel dibêje hem gotara serokwezirê hem jî yên serokkomar xizmetê nakin jibo aşitiyê.

“Tirkiye ber bi otoriterbûnê ve diçe, Erdogan dixwaze her tiştî bike bin destê xwe. Lê Erdogan musaite ku tiştên ji nû jî beje. Ez jibo pêvajoyeke nû ya çareseriyê ne bihêvî me. Rakirina mafê deslênedanîna parlamneterên HDPê jî nişan dide ku di dema nû de dîsa politiqayên ewlekariyê wê li pêş be”

Birêz Bozyel got jiber şer û pevçûnan, qedexe û operasyonan gelê Diyarbekirê bi giştî ji hikumetê dilşikestî ye û bertek nîşanê PKKê jî dide. “Gel ji siyasetê sar bûye.”

Birêz Bozyel diyar kir ger siyaseta Surîyê biguhere dibe ku ev bandorek erênî li ser nêrîna wî ya siyaset bi Kurdan re jî bike û li gorî qineeta wî li ser pêşketinên li Rojava, siyaset Tirkiyê ya Kurdan bi saya Amerîka dikare biguhere.

Raport bi deng 05_28_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00

XS
SM
MD
LG