Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Peykerên Hesinî Ya Hunermend Seywan Saeedian Li Gundekî Amedê Vebû


Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangehek taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir, ku ji peykerên hesinî bûn û li derve û di nav suriştê de bû.

Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel hunermend Seywan kir da ku roniyê bide ser vê serborê ku cara yekem bi vî şêweyî pêşangeh tê vekirin.

Birêz Seywan dibêje: "Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner azad be ji ber wê ez hatim gund û min li ser sînga suriştê berhemên xwe belav kir."

Li ser mebest hunermend ji paş vê pêşangehê, wî got :" şer li gundê kurdan her dibe û hestin bi şer re derbasî gundan dibe, çi ji perçên Tang, firoke û mûşikan jî, ji ber wê min xwest ku ez hestin bi astatîk û ciwanî bibim gund."

Ev ne pêşangeha yekem e ji Seywan re, ku wî berî nuha li Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê pêşangehên wisa kirye ji ber ew bawer dike ku huner divê vegere jêdera xwe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:27 0:00

XS
SM
MD
LG