Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongra HDP a Amedê Hate Darxistîn


HDPê kongra bajêr a Amedê darxist û hevserokê HDPê Selehettin Demirtaş di kongrey de axivî.Di gotara xwe de li ser serdana serokkomar û serokwezîr sekini.

“Ew zat dibêje jibo xwedê em ji evde wî jî hez dikin lê piştre ji me re dibêje zerduşt û bêdîn. Di partya me de ermenî, Suryanî, îslam, sunni, Elewî i her bawerî û ji her netewî gel heye. Di baweriya me de metazori tuneye û em tu kesî jiber baweriya wan biçûk nabînin. Madem serokwezîr ji xwedê hez dike, gelo qey kesên zerdeşt ne evde xwedê ne? Feraseta DAİŞê di nav mêjiyê wan de keys bûye. Jiber ku em weke kurdên derdora wî serî li ber danayanin loma neyartiyê me dike, ji me dibeece.”

Demirtaş bersiv da gotina serokkomar ku got bajar û taxên navçeyên ku qedexe hat îlan kirin ji aliye PKkê hatiye xerakirin.

“Serokkomar li nava çavê gel dinêre û derewan dike. Gelo kîjan ol vê xerabiya wan qebûl dike. Xwedê bela wan bide ku fermana xerakirina bajar û taxên me dane. Bi tanq û topan bikevin bajaran û di ser de Kurdan sûcdar bikin. Gelê me dizane ku kî bajarên me xerkirin."

Xetican Farqin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG