Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Lîbral li Amerîka Kandîdekî Serokatiyê Hildibjêrin


Bi sedan şandên partiya Lîbral li Amerîka îro yekşemê kandîdekî serokatiyê hildibjêrin wek hewildan ji bo wergirtina bejbijariyê ji kandîdên herdû partiyên sereke.

Piroseya dengdanê dê dawiyê li çar rojên kombûnan bîne li bajarê Orlando yê wîlayeta Florîda..

Nebûna bingeheke gelêrî ya xurt ji bo kandîdê pêşbîn ê komarî Donald Trump û ya demuqrat Hillary Clinton, dibe sedema dilgermiyeke radebilind li nik Lîbralan ku bi awakî berewam bisenakevin li beramber herdû partiyên sereke.

Hakimê berê yê wîlayeta New Mexico Gary Johnson, ew din av 18 kandîdên Lîbral deye ji bo serokatiyê.

Li gor rapirsînên dawî, Johnson 10 ji sedî bidestxist ji rêjeya 15 ji sedî ya pêwîst ji bo derbasbûna hilbijartinan.

Johnson dibêje ew dê tenê kandîdê partiya Lîbral be li seranserî 50 wîlayetên Amerîka

XS
SM
MD
LG