Dîroka Kurdî ku bi salan binpê bûye bê ku tu guhdan pê bibe ji aliyê tevgera siyasî ya Kurdî, bandorke neyînî da ser rewşa kurdan ya nuha û nifşên nû ji keç û xortên Kurdan bê zanebûna dîroka xwe mezin dibin, gelo kî berpirse û kî dikare ew rewşa han biguherîne û bi çi awayî divê bibe? ev pirsana ji mamostayê dîrokê Îbrahî Ebas re hate pirsîn di vê xelekê de ji bernama Deng û Reng.
Ibrahîm Ebas li bajarê Hesekê jidayik bûye, di maleke hezkiryê çand û hunerê de.
Piştî xwendina xwe ya Bekaloriya, xwendina dîrokê li zanîngeha Şamê qedand.
Ji ber kêşeya Sûriye û şerê wê, ew û malbata xwe çûn Batmanê-Tirkiye û li wir kar û xebatên xwe berdewam kirin.
Ebas yek ji damezînerê komela Subartu ye ya çand û dîroka kurdî li Qamişlo ku di sala 2012an de hate damezrandin.D
Di derbarî karê Subartu de, birêz Ebas dibêje: "Subartu komela dîrokî ye ku li ser bendehên zanistê dîroka kurdî dixwîne û şîrove dike."
Ji sala damezrandina Subartu bi dehan simîner û çalakî çêkirye û roleke erênî di cavata kurdî de lîstiye .
Dirêjahiya vê hevpeyvînê di vî faylê deng deye