Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbya Teqîna Erebeyekê 5 Kesan Dikuje


Teqîna Erebeyekê li derveyî nexweşxaneyeka bajarê Bengazî 5 kes kuştin û 14 kesên din birîndar kirin, li gor berpirsên ewlekariyê û yên nexweşxanê.

Mezinê efserê leşkerî General Abdul-Salam al-Hassi çekdarên Misilman gunekkar dîtin di êrîşa nexweşxaneya Jalaa doh înê êvarî.

Mohammed al-Zawy, ku berpirseke li Nexweşxanê kuştina 5 kesan û birîndarbûna 14 kesan piştrastkir. Wî got erebeya bumbekirî li derveyî dergehê nexweşxan teqiya.

Êrîşa doh înê bi bîr tîne pêla kuştin û bumbekirina erebeyan ku Bengazî rastî wan hat piştî şerê navxweyî yê welêt ê sala 2011.

Tenê di sala 2012 de, dora 200 kes hatibûn kuştin di encama tundûtijiyê de li Bengazî.

Al Hassi got:

“Çekdar dê van êrîşên terorîst li dijî sîvîlan ranewestînin û emê hertiştê ji dest me bê bikin ji bo ewlekariya bajêr û têkbirina terorîstan.''

Polîs herêma derdora nexweşxanê, cihê ku teqîn lê bûyî, girt.

XS
SM
MD
LG