Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riwange: Êrîşa Terorîst li Ser Firokxana Stenbol


Ev bû demeke, êrîşên terorîst li seranserî Tirkiyê geş dibin ku di nav wan de gelek li bajarê Stanbolê bûn, ev bajarê ku asya û Ewrupa di kolanên xwe de digihîne hev.

Êrîşên li ser geştiyaran, wek ya doh li firokxana Atatork, diyar dike ta kîja astê seqamgîriya welat têkdiçe û bandorê dide ser jiyana rojane ya xelkê sivîl.

Gelo sedemên geşbûna van êrîşan û têkçûna rewşa ewlekarî li Tirkiyê çi ne?

Pêwendiya vê yekê ta çi radeyê bi rewşa şerê navxweyî yê Sûriyê heye?

Gelo ew ji ber cihê Tirkiyê yê Ciyografî ye, an ji ber siyasetên hikûmeta Tirkiyê ye li dor tevliheviya giştî ya li herêmê?

Gelo ev kiryar name ne bo Tirkiyê ji hin alî û welatên din ve, an jî nîşanên têkçûna rewşeke navxweyî ye ku renge Tirkiyê rastî wê be di demên pêşde?

Bernameya Riwange van babetan şîrove dike li gel:

Şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim û nivîskar Mistefa Dewlemend ku herdu jî li Bajarê Stenbol dimînin.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Riwange
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:10 0:00

XS
SM
MD
LG